Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl: Her Şerekî bi Hizbullahê re Bibe Dê Libnanê Vegerînîn 'Serdema Kevrîn'


Civîna Netanyahu û berpirsên leşkerî yên Îsraîlê
Civîna Netanyahu û berpirsên leşkerî yên Îsraîlê

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Yoav Gallant roja Sêşemê hişyarî da Hizbullaha Libnanî derbarê "encamên gurrkirinên nû" li ser sînorê hevbeş.

Gallant got, di gera xwe ya li ser sînorê Îsraîl û Libnanê de, ji bo şopandina geşedanên dawîn bi fermandarên artêş û leşkerên li herêmê re hevdîtin pêk anîn.

"Ez hatim sînorê bakur da ku ji nêz ve bûyerên li vir diqewimin bişopînim. Min li vir bi fermandar û leşkerên artêşê re hevdîtin çêkirin, serkirdeyên me û leşkerên me yên bi biryar hene."

Wî got “Em ê bizanibin bi her awayî hemwelatiyên Îsraîl û dewleta Îsraîlê biparêzin û divê dijmin jî wê yekê bizane ku dema mijar ewlekariya Îsraîlê be em hemû yekdeng in."

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Yoav Gallant got"Ez Hizbullahê...Nasrallah hişyar dikim ku xeletiyan nekin. Berê we xeletî kir, we berdêlên pir giran dan. Ger li vir alozî û pevçûn çêbibe em ê Libnanê vegerînin serdema kevirîn."

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Yoav Gallant amadebûna welatê xwe ji bo şer tekez kir û got "Em ê ji bo karanîna hemû hêza xwe dudil nebin, xeletiyê nekin, em şer naxwazin, lê em amade ne ku hemwelatiyên xwe, leşkerên xwe û serweriya xwe biparêzin."

Jêder: Reuters/AFP

XS
SM
MD
LG