Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) roja Yekşemê ragihand ku wan tuneleke jêr zemîn a çekên Hizbullahê dîtiye.
IDF'ê li ser platforma X'ê de dibêje, tunela ku hatiye dîtin gelek curên çekdan tê de hebûn, di nav de; çekên kelaşînkov, mûşek û roketên dijî tankan, roketên RPG, gulle top û cebilxaneyên din.
IDF'ê got, "Leşkeran di operasyoneke berfireh a dijî-terorê de li Kampa Qelendîya û Kefr Eqebê ku 48 demjimêran dom kir pêk anî."
IDF'ê got jî, "di operasyonê de gelek kesên ku dihatin şopandin û daxwazkirî bûn, hatine girtin. Lêpirsên li dijî bi dehan gumanbaran hat encamdan, li ciyên gumanbar lêgerîn pêkhat. Çek, di nav de çekên destan, teqemenî û cebilxane, hatin dîtin û desteserkirin."
Di daxuyanîyeke din a li ser X'ê, IDF'ê got, "çendîn cihên terorîstî hatin armancgirtin, di nav de bingehên depokirina çekan, navendeke fermandarîyê û binesaziîên din ên terorîstî li seranserê başûrê Libnanê."
IDF'ê dibêje ew operasyon bersivdanek bû, ji bo wan êrîşên duh, ên ku tê de efser yedek Harel Birenstock û efser Tamir Vaknin hatin kuştin, û 4 leşkerên IDF di teqînekê de li herêma Mejdal Zoun bi giranî birîndar bûn.
Hêjayî gotinê ye ku roja Pêncşemê du leşkerên yedek ên Îsraîlê li başûrê Libnanê di encama teqîna xanîyek mayînkirî de hatin kuştin û çar jî birîndar bûn.