Serokwezîrê demkî yê Lubnanê Necîb Mîqatî piştî ragihandina agirbestê, roja Çarşemê got ku planek ji bo bicihkirina artêşê li başûrê welêt hatiye amadekirin û ji Îsraîlê xwest ku pabendî rêkeftina agirbestê bibe û ji hemû axa Lubnanê vekişe.
Miqatî di preskonferansê de piştî civîna hikûmetê ji bo pesendkirina rêkeftina agirbestê bi Israîlê re, got ku "her kesî hizra çêbûna fitna naxweyî dikir, lê Lubnanîyan hevdu hembêz kir", û got ku artêşa Libnanî di "rewşên herî dijwar de," erkên xwe pêk tîne.
Wî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em hêviyên mezin bi artêşê ve girê didin ku desthilatdariya dewletê li ser hemû beşên welêt berfireh bike û hebûna xwe li başûr xurt bike" û gihîştina lihevkirinê wekî "vedana yek ji rûpelên qonaxên herî dijwar yên drîka welêt," binav kir .
Miqatî hêviya xwe anî ziman ku di rojên pêş de li Lubnanê hilbijartina serokatiyê were encamdan.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Parlamentoya Lubnanê Nebîh Berrî tekez kir ku qonaxa dawî "metirsîdartirîn qonaxa bû li ser Lubnanê, ku ji ber êrişan bi hemû pêkhateyên wê re ketibû di metirsiyê de " û got "Bi rêya peymana agirbestê Lubnan karî dest bi qonaxeke nû bike."
Berrî di axaftina xwe de bang li hemû mezheb û hêzên siyasî jî kir ku Lubnanê bihêztir û yekgirtîtir bihêlin, nej sema kirina li ser xwînê, ev ezmûneke ji bo hemş Lunaniyan, ezmûneke ka emê çawa Lubnanê ava bikîn û jiyanê vegerînin saziyên destûrî yên dewletê."
Ji hejî bîrxistinê ye ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu roja Sêşemê dîyar kir ku ew piştgirîya pêşnîyara agirbestekê bi Hizbullahê re dike û gotareke pêşkeş kir û ragihand ku wan tevî kabîneyê agirbest erê kirîye.
Rêberê Îsraîlê got welatê wî wê "bi tundî bersîva her binpêkirina" peymana agirbestê ya bi Hîzbullahê re bide û herwiha got ku Îsraîl wê azadîya "tam" ya tevgerê xwe li Lubnanê biparêze.