Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Îsraîlê Dibêje Êrîşa Rokêtan ya Herî Dawî ya Ser Îsraîlê ji Refah Hatîye


Arşîv: Dûman ji Rafahê bilind dibe
Arşîv: Dûman ji Rafahê bilind dibe

Artêşa Îsraîlî îro Sêşemê ragihand ku êrîşa rokêtan ya herî dawî ya deriyê sînorî yê Kerem Şalom (Kerem Salim) yê di navbera Îsraîl û Gazayê de armanc girtî, ji herêma Refahê hatîye, ku leşkerên Îsraîlê li wê derê dest bi operasyoneke bejayî kirine.

Artîşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de got, "Piştî alarmên ewlehiyê ku li herêma Kerem Şalom hatin lêxistin, 4 topên hawinê ji herêma Rafahê ber bi axa Îsraîlê ve hatine avêtin."Lê ti ziyanek çênebûye.

Baskê çekdar yê Hamasê berî niha ragihandbû ku wan êrîşeke rokêtan li ser leşkerên Îsraîlî li Kerem Şalom pêkanî, û îdîa kirbû ku di êrşa ku roja Yekşemê li deriyê Kerem Şalom pêkanîbû 4 leşkerên Îsraîlî hatin kuştin, lê leşkerê Îsraîl dibêje ku tu ziyanek çûnebûye.

Li aliyek din Îro peyvdarê Artêşa Îsraîlê bo medya Arabî Avichay Adraee got Hêzên Berevnaiya Îsraîlê, bi serkêşiya Firqeya 162, şeva borî li deverên sînordar yên rojhilatê Rafahê, "li dijî jêrxana terorîstên ser bi rêxistina terorîst ya Hemasê", di bin fermana saziya ewlehiya Giştî û saziya Îstixbarata Leşkerî de dest bi operasyoneke teqez kirin.

Êrîşa Îsraîlê ya sinordar ku li rojhilatê Rafahê daye destpêkirin bûye ciyê rexneyê û Netewên Yekbûyî û welatên weke Tikriyê wê opresayonê giran rexen dikin.

Ji hejî bîrxistinê ye ku 7ê Cotmeha borî çekdarên Hamasê dest bi êrîşeke ser Îsraîlê kirbû, nêzî 1200 kes di wê êrîşê de hatbûn kuştin ku piraniya wan kesên sivîl bûn, di nav de jin û zarok hebûn, nêzî 253 rehîne revand bûn, ev bo sedem ku Îsraîl dest bi operasyonên ser Gazayê bike û heta niha êrîşên ser çekdarên Filistînî û Gazayê dom dikin ku bi hezaran kes bûne qurabn.

XS
SM
MD
LG