Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl û Fîlîstînî Danûstandinên Rastexwe Destpêkirin


Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokê Fîlîstînî Mehmud Abbas ligel Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton îro li Washington kombûn destpê kir.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokê Fîlîstînî Mehmud Abbas ligel Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton îro li Washington kombûn destpê kir.

Piştî nêzîkî du salan, rêberên Îsraîlî û Fîlîstînî bo cara yekê danûstandinên rastexwe yên aştîyê destpê kir.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokê Fîlîstînî Mehmud Abbas ligel Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton îro li Washington kombûn destpê kir.

Rêzdar Netanyahu got, aştîya berdewam navbêra Îsraîlê û Fîlîstînîyan dê pêdivî bi berdananên giran ji layê herdu alîyan hebe. Wî got, Îsraîl daxwaza piştrast kirinên parastinê û pênasîna berdewam bi mafê Îsraîlê bo hebûnê ji Fîlîstînîyan dike.

Rêzdar Abbas got Fîlîstînî bi tenê daxwaza aştîyê dikin. Wî ji Îsraîlê xwest ku kiryarên avakirina wargehan rawestîn e û dorgirtina xwe li ser devera Gaza bi dumahî bîne.

Clinton got, bo wê diyar bû ku biryardan li ser kombûneke rastexwe bo herdu rêberan bi sanehî nebû. Lê wê got, pirsên serekî weku pirsa erdî, parastinê û penaberan bi sanehîtir nedibûn heke herdu rêber kom nebana.

XS
SM
MD
LG