Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl û Yûnanistan Mezintirîn Peymana Leşkerî û Berevanîyê Îmze Dikin

Arşîv: Beşek ji sîstema berevanîya esmanî ya Îsraîlê (Iron Dome).
Arşîv: Beşek ji sîstema berevanîya esmanî ya Îsraîlê (Iron Dome).

Li gorî rojnameya The Jerusalem Post, hatîye plankirin ku Yûnanistan roja Duşemê peymaneke leşkerî ya 3.6 milyar dolarî bi Îsraîlê re ji bo sîstemeke berevanîya esmanî ya pir armancî îmze bikin.

Li gor Kenala I24News a Îsraîlî, peyman dê li Tel Avîvê were îmzekirin. Yûnanistanê peytman weke "Mertala Exîl - Achilles Shield" binav kirîye, wekî "mezintirîn peymana hinardekirina leşkerî di dîroka Îsraîlê de" tê hejmartin, û danûstandinên ji bo peymanê sê salan dom kirine.

Yûnanistan dibêje ku armanca kirîna sistema berevanîya esmanî ya Îsraîlê "xwe parastine, ji gefên Îran û Tirkîyê."

Ev peyman dê ji bo cara yekem toreke berevanîya esmanî ya yekgirtî û pir-armancî ji Yûnanistanê re peyda bike, di nav de sîstema David's Sling ji bo astengkirina mûşekên dûravêj û balîstîk, sîstema 'Spyder' ji bo dijberîya dronan, û sîstema 'Barak MX' ku ji bo parastina li dijî balafir û mûşekan hatiye çêkirin.

Li gorî medya Îsraîlê peyman her wiha avakirina navendeke fermandarî û kontrolê li Yûnanistanê ji bo rahênanên li ser sîsteman û birêvebirina firînan, mîna sîstema ku li Îsraîlê tê bikaranîn, ku xwe dispêre şîyanên îstîxbaratî yên jîrîya çêkirî (AI), vedihewîne.

Mezintirîn peymana hinardekirina cebilxaneya leşkerî di dîroka Îsraîlê de heta berî vê peymana bi Yûnanistanê re, peymana firotina yekem a sîstema parastina mûşekan Arrow 3 ji bo Almanya bi bihayê 3.5 mîlyar dolarî bû, ku di sala 2023an de hat îmzekirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG