Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Îsraîlê Spasîya Amerîka Dikin


Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu ser biryara Qudsê ya Serokê Amerîka Donald Trump razîbûna xwe nîşan da.

Serok Trump dîyar kiribû ku ewê Qudsê êdî wek paytaxta fermî ya Îsraîlê bibînin û Balyozxaneya Amerîka ya li Telavîvê jî bibin wî bajarî.

Netanyahu ser daxuyanîya Trump got ku ‘’wêrek û adil’’ e dîyar kir ku ‘’rojeke dîrokî ye’’ Wî bang li welatên din kir ku wek Amerîka tevbigerin û balyozxaneyên xwe bibin Qudsê.

Serokomarê Îsraîlê Reuven Rivlin jî bi daxuyanîyeke nivîskî da zanîn ku welatê wan nêzî salvegera 70’yî ya serxwebûnê ji Amerîka ‘’xelateke gelek hêja’’ sitandîye.

XS
SM
MD
LG