Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl ji Amerîka Dixwaze Nobedarên Şoreşa Îslamî ji Lîsta Reş Dernexe


Meşeke Nobedarên Şoreşa Îslamî ya Îranê,IRGC (Arşîv)
Meşeke Nobedarên Şoreşa Îslamî ya Îranê,IRGC (Arşîv)

Îsraîlê îro Înîyê ji Amerîka xwest ku Nobedarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) yan Heza Qudsê ji lîsteya reş ya rêxistinên terorê yên bîyanî dernexîne, di berdela "sozên vala" de.

Serokwezîrê Îsraîlê û wezîrê derve di daxuyanîyeke hevbeş de got ku ew bawer dikin ku Amerîka di berdela sozên pûç yên terorîstan de, wê dest ji hevalbendên xwe yên nêzîk bernede.

“ Nobedarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) rêxistineke terorîst e ku tevî Amerîkî yan bi hezaran kes kuştine. Em bawer nakin ku Amerîka destnîşankirina IRCG ya wek rêxistineke terorîst betal bike," wan got.

Jêderekî roja Çarşemê ji Reutersê ragihandibû ku Amerîka ser gaveke wiha difikre; di berdêla garantîyên Îranê bo kontrolkirina IRGC.

Hejayê bal kişandinêye ku ev agahîya di demeke de têne ku danûstandinên bo vejandina peymana navokîya 2015'an didomin;li gor peyman wê Îran bernameya xwe ya navokî di berdêla rakirina sizayan de sînordar bike.

Lê, gelek jêder jî dibêjin ku derxistina IRGC ji nava listeya rexistinên terorîst, yek ji mijarên dawîn û herî dijwar e, ya danûstandinên ser vejandina peymana navokî ya 2015'an .

IRGC ya li Îranê rexistineke bihêz e ku împaratorîyeke bazirganî û herwiha hêzên çekdar û istixbaratî yên elît kontrol dike; ya ku Washington wan bi pêkanîna kampanyayeke terorîstî ya cîhanî tawanbar dike.

XS
SM
MD
LG