Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tundîya Navbera Îsraîlî û Fîlîstînîyan Xirabtir Dibe


Ajansa Reuters ji zarê karbidestên Îsraîlî ragihand ku di encama êrîşên Fîlîstînîyên li Gaza de, bi kêmî ve 10 Îsraîlî birîndar bûn.

Karbidestên Îsraîlî ragihand ku Fîlîstînîyên Ii Gaza bi roket, hawan û mûşekên antî-tank êrîş birin ser başûrê Îsraîlê û wan jî wek bersîvdanê, êrîşên esmanî yên tolhilder pêk anîn.

Jêderên Fîlîtsînî ragihand ku di encama êrîşên esmanî de 3 çekdarên Fîlîstînî hatine kuştin û ji alîyê Îsraîlê jî, otobusek hat rûxandin, leşkerekî Fîlîstînî bi giranî hat birîndar kirin û 2 xanî bi hawanan hatin lêxistin.

Nûnere taybet yê Amerîka bo Îsraîlê Jason Greenblatt ji Twitterê peyameke piştgirî weşand.

“Em hember van êrîşan li kelêka Îsraîlê disekinin ku xwe diparêze. Tundîyên wiha rê li ber alîkarîyên jibo gelê Gaza digirin,“ Greenblatt got.

XS
SM
MD
LG