Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Wek Bersîvdana Êrîşên Ser Telavîvê Herêma Gaza Da Ber Êrîşên Esmanî


Êrîşên esmanî yên ser Gaza
Êrîşên esmanî yên ser Gaza

Îsraîlê ser êrîşên Fîlîstînîyan ji Gaza yên dijî Telavîvê, êrîşên esmanî birin ser herêma Gaza.

Firokên Îsraîlê dijî 100 navendên Hamasê yên li Gaza êrîşên esmanî li dar xistin.

Artêşa Îsraîlê dîyar kir ku wan dijî avahîyeke rêvebirîya Hamasê û tesîseke li binî erdê ya ku çekdarên wê rêxistinê têde roketan çêdikin êrîş li dar xistiye.

Karbidestên ji Gaza didin zanîn ku di êrîşê de 4 kes birîndar bûne.

Girjîya li herêmê bi navbeynkarîya Misir û Neteweyên Yekbûyî (NY) li gor do, îro hinekî daketîye.

XS
SM
MD
LG