Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîlê Dijî Gaza Êrîşa Esmanî li Dar Xist


Firokên cengê yên Îsraîlê dijî Gaza operasyon li dar xistin.

Dema Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di mitîngê de diaxifî ji Gaza muşek hatibûn avêtin û Netanyahu mîtînga xwe di nîvî de hiştibû.

Îsraîlê ragihand ku li Gaza dijî 15 navendan êrîş hatine li dar xistin û di nav van de kompanîyeke çekan jî heye.

Li gor daxuyanîya karbidestên Îsraîlê berpirsê êrîşa muşekî Hamas e û wan dijî Hamasê êrîş li dar xistine.

Karbidestên ewlekarîyê yên li Gaza dîyar dikin ku di êrîşan de ti kes nehatiye kuştin û kes birîndar nebûye.

XS
SM
MD
LG