Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl û Hamas Ser Agirbestê li Hev Dikin


Kabîneya Îsraîlê piştî civîna ser ewlekarîyê biryara agirbestê ragihand.

Medya Ereban û ya Îsraîlê didin zanîn ku agirbest dê roja Înê bi saeta herêmî di 02:00 de destpê bike.

Îsraîl ser saeta ku agirbest destpê dike ti agahî neda, lê ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Hamasê jî biryar daye ku di 02:00 de dest bi agirbestê bike.

Kanala dewletê ya Misirê ragihand ku karbidestên dewletê dê yek bo Filistîn yek jî bo Îsraîlê du nûneran bo çavdêrîya agirbestê bişînin herêmê.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken dabû zanîn ku ew bi Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gabi Ashkenazi re peyivîye û wî xwestiye ku agirbest were ragihandin.

Bliken piştî nûçeyên ser agirbestê belav bûn di preskonferansekê de da zanîn ku ew hazir e ku serdana Îsraîl û Rojhilata Navîn bikin.

XS
SM
MD
LG