Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Îsraîlê Hêzên Nû Dişîne Sînorê Girên Golanê


Girên Golanê
Girên Golanê

Dewleta Îsraîl, ku dabû zanîn ku dê penaberên Surî nestîne, hin hêzên nû şand ber sînorê Girên Golanê.

Bi deh hezaran sîvîlên Sûrî yên ku ji jiber operasyona Artêşa Sûrîyê ya dijî Dera revîne, li sînorê Girên Golanê ne.

Artêşa Îsraîlê da zanîn ku wan tedbîrên li sînorê Girên Golanê berfireh kirine û bo hemî bûyeran amade ne.

Di daxuyanîya Artêşa Îsraîlê de hat ragihandin ku dê artêş tevlî şerê li Sûrîyê nebe, lê dijî gefên desthilat û sîvîlên Îsraîlê dê bertekên pêwîst nîşan bide.

Artêşê Îsraîlê dîyar kir ku ewê alîkarîya mirovî ya bo penaberên li sînor bidomînin û bi mîsyona ‘’Cîranê Rind’’ heta niha 6 kesên Sûrî hatine derman kirin.

XS
SM
MD
LG