Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Agirbesta Îsraîl û Hamasê Destpê Kiriye


Girjîya Îsraîl û Filistînê ya 11 rojan dom kir û di encamê de bi qasî 250 kesan canên xwe ji dest dan, bi agirbestê rawestîya.

Agirbesta ku bi navbeynkarîya Misirê çêbû roja Înê bi saeta herêmî di 02:00 de destpê kir.

Misir bo çavdêrîya agirbestê dê karbidestên xwe bişîne Îsraîl û Filistînê. Xêncî Misirê, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Qatarê jî di hevdîtinên agirbestê de navbeynkarî kirin.

Piştî pevçûnên 11 rojan dom kirin, Îraîlê jî Hamasê jî piştî agirbestê serketinên xwe ragihandin.

Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê Benny Gantz da zanîn ku wan bi êrîşên dawî serketinên leşkerî yên bêhempa bi dest xistine.

Ji berpirsên Hamasê, Ali Barakeh jî ji AFP’ê re dîyar kir ku agirbest bo gelê Filistînê serketin û bo Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî têkçûn e.

Barakah da zanîn ku heta hûrgilîyên agirbestê tam zelal dibin ewê li ber çekên xwe hazir bisekinin.

Endamê buroya sîyasî ya Hamasê, Ezzat El-Reshiq jî dîyar kir ku ewê berxwedana xwe xurtir bikin û da zanîn ku ger ‘’artêşa Netanyahu’’ vegere ewê jî vegerin.

Serokê Amerîka Joe Biden piştî nûçeyên ser agirbestê li Qesira Sipî da zanîn ku ew di hefteyeke dawî de bi Netanyahu re şeş caran, bi Serokê Rêvebirîya Filistînê Mahmud Abas re jî carekê peyivîye û spasîya Misir û rêvebirîya xwe kir.

Biden dîyar kir ku ew seba alîkarîya bo gelê Gaza hazir in û got ku ew dikarin bi NY û komên din yên navneteweyî re bixebitin.

XS
SM
MD
LG