Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîyên Îsraîlê Danûstandinên bo Avakirinê Hikûmetê Didomînin


Partîyên Îsraîlê, li dû agirbesta li herêmê danûstandinên bo avakirina hikûmetê didomînin.

Serokê Partîya Yamina Naftali Bennet, ku neteweperestekî tundrê ye, dîyar kir ku ewê bi Serokê Partîya Yesh Atid Yair Lapid re, ku li navendê disekinin, danûstandinan bikin.

Lapid dikare heta roja Çarşemê koalîsyonê damezirîne. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu da zanîn ku lihevkirina her du partîyan dê Îsraîlê lawaz bike.

Netanyahu di hilbijartinên meha Adarê de piranîya parlamanê bi dest nexistibû.

Naftali Bennett biryara xwe ya ser koalîsyonê ji televîzyonê ragihand. Bennett dîyar kir ku ew dê bo bi Lapid re hikûmetê ava bikin çi ji dest wan were bikin.

Benjamin Netanyahu, Bennett bi sextekarîyê tawabar kir. Partîya Lapid, di hilbijartinan de li dû Likud ya Netanyahu di rêza duduyan de hatibû.

Parlamana Îsraîlê bi 120 kursî ye û 6 ji wan di destê Bennettê de ne ku rikeberîya welêt dikare bi wê re piranîyê bi dest xe.

XS
SM
MD
LG