Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dê Careke Din Hilbijartina Pêşdem Çêke


Gantz û Netanyahu
Gantz û Netanyahu

Îsraîl jiber ku hikûmeta koalîsyonê ser budçeya 2020’an li hev nekir dê careke din hilbijarrtina pêşdem çêke.

Partîya Likud ya Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Tifaqa Şîn û Sipî ya bi pêşengîya Wezîrê Berevanî Benny Gantz, di dema pêwîst de ser budçeya 2020’an li hev nekirin.

Jiber ku ser budçeyê dengdan çênebû bi awayekî qanûnî meclîs betal bû û peyvajoya hilbijartina pêşdem destpê kir.

Çaverê ye ku hilbijartina nû ya Îsraîlê di Adara 2021'an de çêbe.

Netanyahu û Gantz piştî hilbijartina Adara 2020’an biryar dabûn ku hikûmeta koalîsyonê çêkin.

Hikûmeta koalîsyonê ya bi Netanyahu û Gantz di meha Gulanê de dest bi kar kiribû, lê wan ser budçeya sala 2020’an li hev nekirin.

Netanyahu xwestibû ku bi tenê budçeya 2020’an were pejirandin, lê Gantz jî gotibû ku divê di bernivîsê budçeya 2021’an jî hebe.

Her du rêber di meha Tebaxê de rûniştibûn lê jiber ku wan li hev nekiribû dengdana ser budçeya 2020’an heta Berfanbarê hatibû paş xistin.

XS
SM
MD
LG