Serokwezîrê Îsraîlî Naftali Bennett îro Sêşemê Îran bi dizîna raporên Ajansa Enerjîya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) tawanbar kir ku programa xwe ya navokî ji lêkolîna çavdêrîya navokî ya NY rizgar bike.
Bennett ser heasabê xwe yê medyaya civakî de ev daxuyanî ragihand û hin belgeyên ku hatine wergerandinê îngîlîzî parve kir ku îda dike ku roporên ku hatine dizînin.
"Îranê belgeyên nepenî yên IAEA dizîye û ew agahî jibo ku bi awayekî sîstematîk xwe ji lêkolînên navokî dûr bixe, bikar anî," Bennett got.
Bennett bi berdewamî ragihand ku ew wê yekê dizanin jiber ku destên wan plana xapandinê ya Îranê bi dest xistine.
Wî ji belgeyên îdiakirî peyameke ku ji zarê karbidestekî berevanîya Îranê parve kir; ya ku dibêje ku "zû yan dereng ewê (IAEA) ji me bipirsin, û divê bo wan çîrokeke berfireh ya me hebe."
Alîkarekî Bennett got ku ew vê tawanbarîyê ser bingeha weşana sîxurên Îsraîlî ya 2018’an dike, hatibû ragihandin belgeyên veşartî ku têkildarî projeyên Îranê yên navokî ne û wan li Îranê bi dest xistine.
Tehranê belgeyên bi navê "Arşîva Atomî" wek sexte bi nav kiribû.
Ne Tehran û ne jî IAEA heya niha ser îdiayên Serokwezîrê Îsraîlî Naftali Bennett ti daxuyanî ranegihandine.
Îran dibêje bernameya wê ya navokî aştiyane ye. Lê, Îsraîl, Washington û IAEA demeke dirêje ku dibêjin ku ew bawer dikin ku Îran heta 2003’an xwedîyê bernameya çekên navokî ya hevseng bû.
IAEA bêtirî deh salan lêkolîn li ser çalakiyên berê yên Îranê derbaz kir û niha dîsa ji Îranê li ser jêdera uranyumê yên ku li sê cihên neragihandî hatine dîtin, bersîvan daxwaz dike.
Bilî vê yekê, Amerîka û pênc hêzên serekî yên cîhanê bo vejandina peymana navokî Îranê ya 2015’an danûstandinan dimonînin, ya ku serokê berê yê Amerîka Donald Trump yekalî vekişîbû.
Îsraîl danûstandinanên peymana navokî de wek ne alîyeke cîh nagire, lê ser hin hêzên biyanî hinek bandora wê heya.
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid ji radyoya 103 FM ya Tel Avîvê re ser mijarê wiha got: "Em dibêjin:
"Ev ne peymanek baş e û heke neyê îmzakirin wê felaketeke çê nebe."