Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Îsraîl dê karantîna mecbûrî ya bo pêketîyên vîrusa korona ji 7 rojan daxe 5’an.
Reutersê da zanîn ku ew dema karantînê dê bo kesên korona bi awayekî asemptomatîk derbaz dikin wisa be.
Heta heftaya borî li Îsraîlê karantînaya bo pêketîyên vîrusa korona 10 roj bû.
Bi biryara dawî ya dê roja Çarşemê di merîyetê keve, Îsraîl dê tedbîrên xwe bişibîne yên Amerîka.
Wezareta Saxlemî ya Îsraîlê ragihand ku pêketîyên vîrusa korona dê berî bidawîkirina karantînê testeke antîjenê ya negatîf bistînin.
Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett da zanîn ku jiber cureya vîrusa korona ya bi navê Omicronê hejmara pêketinan bi awayekî çapik zêde bûye û dîyar kir ku jiber kesên di karantînê de aborîya welêt zarar dîtiye.
Bennett got ku ew dixwazin bi biryara dawî ya ser dema karantînê hem berevanîya saxlemîya gel bikin hem jî geşkirina aborîyê bidomînin.
Karbidestên saxlemî yên Îsraîlê dibêjin ku pêketîyên vîrusa korona bi taybetî di sê rojên piştî pêketinê de vîrusê belav dikin.