Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid îro Sêşemê dîyar kir ku Lubnan û Îsraîl bo destnîşankirina sînorê deryayî ya di navbera her du welatan de ser peymaneke dîrokî hevbîr bûne, piştî danûstandinên bi salan yên bi navbeynkarîya Amerîka.
"Ev peyman destketineke dîrokî ye ku wê ewlehîya Îsraîl xurt bike, wê ji aborîya Îsraîl re bi mîlyaran bide qezenckirin û wê aramîya sînorê me yê bakur ewle bike," Lapid got.
Serokê Lubnanê Michel Aoun jî dîyar kir ku şertên pêşnîyara dawî ya Amerîka guncaw in û ew hêvî dike ku peyman demûdest were îmza kirin.
Li gor peymanê wê bo cara yekê di navbera avên Lubnan û Îsraîlê sînoreke were destnîşan kirin û herwiha bo her du welatan mekanîzmayeke were saz kirin ku wê qadekên gazê ya deryayî ya li nava sînorê wan de mafê serwerîya wan pênase bike.
Îsraîl jixwe ji berê ve li heremên derdorê gaza xwezayî derdixîne.
Danûstandinerê Lubnanê Elias Bou Saab ji Reutersê re got ku pêşnîyara herî dawî "hemû daxwazên Lubnanê dide ber çavan û ew bawer dikin ku divê alîyê din jî di heman hestê de bin."
Ji alîyê din ve, li gor du karbidestan Hizbullaha Lubnanê jî peyman pejirandiye, rexisitneke hêzdar ya çekdar e û Îran piştgirîya wê dike.
Hizbullaha Lubnanê heta vê dawîyê gefa êrîşa dijî avahîyên gazê yên Îsraîlê dixwar.
Çavder dibêjin ku digel ku di çarçoveya peymanê sînordar be jî, wê di navbera dewletên xwedî dîroka şer û dijminatîyê ne de, lihevkirinek girîng nîşan bide, rê li ber lêgerîna enerjîya deryayî veke û herwiha wê alozîyên vê dawîyê sivik bike.