Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokomarê Îsraîlê Herzog Serdana Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Dike

Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog îro Yekşemê serdana Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî dike.

Herzog dîyar kir ku ew dê ser vexwendina Prensê Cîgir Şêx Mihemed bîn Zayed bi rêberên Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî re bicive.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê bal kişand ku ew serdan li vê demê rast tê ku hêzên cîhanê hewil didin peymana navokî ya bi Îranê jinûve vejînin.

Serokomarê Îsraîlê Herzog spasîya rêberên Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî kir û da zanîn ku wan nîşan daye ku bo gelên herêmê rêka sereke aştî ye.

Li Îsraîlê serokomarî bi piranî meqameke merasîmê ye û ew cara pêşî ye karbidestekî di wî meqamî de serdana Mirgehên Yekbûyî yên Erebî dike.

Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett di meha Berfanbarê de serdana Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî kiribû.

Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Bahreynê bi Îsraîlê de di sala 2020’an de li Qesira Sipî bi navbeynkarîya Amerîka bi peymana normalkirina peywendîyan îmza kiribûn.

Her du welatên Kendavê û Îsraîl, jiber Îranê ketine heman fikaran.

This item is part of
XS
SM
MD
LG