Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl bo Dîyarkirina Parlamanteran Diçe Ser Sindoqan


Hilbijêrên Îsraîlê bo 120 parlamanterên Parlamantoya Îsraîlê, ku bi navê Knesset tê zanîn, dîyar bikin îro Sêşemê diçin ser sindoqan.

Li ber e ku encamên hilbijartinê heta sibê Çarşemê eşkere nebin.

Pisporên sîyasetê didin zanîn ku hilbijêr dê bi awayekî jî ser karîyera sîyasî ya Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dengên xwe bidin.

Netanyahu dixwaze ku cara pêncan serokwezîrîya Îsraîlê bike. Di peyvajoya kempeyna hilbijartinê de, Netanyahu pirtir ser tecirbeya sîyasî û ewlekarîya welêt daxuyanî dan.

Anket nîşan didin hema li dû Netanyahu, generalê kevn Banny Gantz tê.

Gantz dixwaze ku desthilata Îsraîlê biguhere û di kempeyna xwe de ser îdiayên derbarê ‘’perexwarina Netanyahu’’ axifî.

XS
SM
MD
LG