Di bomberanake Îsraîlê ya ser sînorê başûrê Lubnanê de, îro Înê kombûneke rojnamevanên navneteweyî yên ku şer û pevçûnên li heremê bû armanc û di encamê de rojnamavanek hat kuştin û 6 jî birîndar bûn.
Ajansa nûçeyan Reutersê bi daxuyanîyekê de ragihand ku kameramanekî Reutersê dema ku li başûrê Lubnanê dixebitî hatiye kuştin.
"Em bi agahîya kuştina vîdyokêşê me Îsam Ebdillah di xemgînîyeke mezin de ne," Reutersê got.
Îsam wek yek endamê tîma Reutersê li başûrê Lubnanê bû û sînyala weşana zindî ava dikir.
"Em bo bidesxistina bêtir agahîyan bi lêzginî tevdigerin, bi karbidestên herêmê re dixebitin û piştgirîya malbat û hevkarên Îsam dikin," Reuters got.
Ajansaê herwiha da zanîn ku 2 rojnamevanên wê Tahir El-Sudanî û Mahîr Nezîh di encama topbarana li ser herema sînor birîndar bûne.
Ajansa Associated Press (AP) jî ragihand ku wênekêşê wê yê li qada bûyerê termê rojnamevanê kuştî û 6 kesên birîndar dîtine.
Li gor şahidîya wênekêşê AP hin rojnamevan bi ambulansan ji nexweşxaneyan hatine rakirinê û otomobîleke nêzî qadê şewitîye.
Televîzyona El-Cezîre ya Qatarê ragihand ku du rojnamevanên wê Elie Brakhya û Carmen Joukhadar jî di nav birîndaran de ne.
AP got ku wê navên dezgehên din yên ku rojnamevanên wan birîndar bûne eşkere neke, heta ku ew derbarê bûyerê de bi xwe daxuyanîyên bidin.
Li gor ragihandina AP bomberankirin ser sînorê Lubnan û Îsraîlê çêbûye, dema ku di navbera leşkerên Îsraîlî û endamên Hizbullaha Lubnanê ya çekdar de pêguherîna agir pêk dihat.
Li heramên sînor yê Lubnan û Îsraîlê ji êrîşa 7’ê Cotmehê ya koma milîtan ya Filîstînî ya Hamasê li başûrê Îsraîlê vir ve, kiryarên tundîyê rû didin.
Rojnamevanên ji çar alîyê cîhanê jiber egera di navbera Hizbullah û Îsraîlê de şer derbikeve, tên Lubnanê ku mijarê bişopînin.
Hejayê gotinê ye ku Îsraîlê heya niha ser vê bûyerê ti daxuyanî nedaye.
Jêder: AP, Reuters