Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijêrên Îsraîlê Îro Sêşemê Diçin Ser Sindoqan


Bi qasî 6 mîlyon 400 hezar hilbijêrên Îsraîlê îro Sêşemê bo hilbijartina giştî diçin ser sindoqan.

Hilbijêr dê 120 parlamanterên nû yên Parlamana Îsraîlê, ku bi navê Knesset tê zanîn, hilbijêrin.

Di hilbijartinê de ji partîyên cihê 30 lîste hene.

Li ber e ku 33 ji sedê partîyan benda rêjeya wê 3,25 ji sedê ye derbaz bikin.

Rapirsî nîşan didin ku Partîya Likud ya bi pêşengîya Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Tifaqa Sipî û Şîn ya bi pêşengîya Benny Gentz, ku berê serfermandar bû, dê li pêş bin.

Di hilbijartina meha Nîsanê de, dengên herî zêde Netanyahu sitandibû lê ew di avakirina hikûmetê de bi ser neketibû.

XS
SM
MD
LG