Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Înê ragihand ku Îsraîlê êrîşên xwe yên ser firokxaneyên Sûrîyê zêde kirine; bi armanca astengkirina karanîna xetên esmanî ji hêla Îranê ve.
Reutersê hevdem dîyar kir ku Îsraîl êrîşên xwe zêde dike jiber ku Îran di demên dawî de xetên esmanî yên Sûrîyê gelek zêde bi kar tine da ku ji hevalbendên xwe yên li Sûrîyê û Lubnanê di nav de Hizbullah jî, çekan bişîne.
Reutersê ev agahî ji zarê jêderên dîplomatîk û îstixbaratî yên herêmî ragihand.
Çavder dibêjin ku Tehran ev demek e ku bo gihandina alavên leşkerî ji hêzên xwe û çekdarên ku li Sûrîyê piştgirîyê dike, bi gelemperî qada esmanî ya wî welatî bi kar tine, piştî ku di veguheztina bejayî pirsgirêk derketin holê.
Çavderên dîplomatîk û îstixbaratî ragihandin ku Îsraîl demeke dirêj e dijminê xwe Îranê li Sûrîyê jixwe wek gefeke ser ewlekarîya niştimanî dibîne.
Ew herwiha dîyar kirin ku Îsraîl niha bi lêdana vê rêbaza nû ya veguhestinê ya Îranê çarçoveya êrîşên xwe berfireh dike.
Jêderekî leşkerî ji Reutersê got ku di Îsraîlê herî dawî şeva Çarşemê, berî hatina firokekê ji Îranê, êrîş biriye ser firokxaneya Helebê ku di encamê de firokxaneyê zarar dîtiye.
Jêderekî ji îstixbarata Rojavayî got ku armanca heman êrîşê astengkirina daketina firokeyeke kargoyê jî bû.
Berdevikê artêşê Îsraîlê red kir ku li ser van nûçeyan şîrove bike yan daxuyanîyeke bide.
Serokê Komîteya Tekilîyên Derve û Berevanîyê yaParlementoya Îsraîlê (Knesset) dîyar kir ku armanca Îsraîlê li Sûrîyê pêşîgirtina pêkanîna Îranê ye.
Serok Ram Ben-Barak ji medya Îsraîlê re plana Îranê wek avakirina enîyeke din dijî Îsraîlê ya li Sûrîyê û bihêzkirina kanînên Hîzbullahê li Lubnanê pênase kir.
Ram Ben-Barak got ku armanca Îsraîlê li Sûriyê ew e ku rê li plana Îranê bigire "ji bo avakirina eniyeke din li dijî Îsraîlê li Sûriyê û bihêzkirina şiyanên Hizbullahê li Lubnanê".
Wî bi berdewamî anî ziman ku Îsraîl bi awayên cûrbecûr ew plana Îranê pûç dike.
Jederekî dîplomatîk ji Reutersê re got ku ev êrîş di armancên Îsraîlê de guhertinekî nîşan dide; berê wan tenê êrîş alav û kelûpelan dikirin, lê niha firokeyan jî dikin armanc.
"Wan dest bi lêdana binesazîyê kirin ku Îran bo şandina cebilxaneyê ji
Li gor jederekî rojavayî ya li herêmê û leşkerekî Sûrî yê berê ev guhertin pêk hatiye jiber ku Îran firokeyên bazirganî li şûna veguhestina bejayî bi kar tine; bo veguhestina çekan ji du firokxaneyên serekî yên Sûrîyê.
Zêdebûna bikaranîna Îranê ji firokeyên bazirganî li şûna veguhestina bejayî ji bo veguhestina çekan jibo du firokxaneyên sereke yên Sûrîyê,
Heman jederê îstixbaratê ragihand ku îstîxbarata Îsraîlî agahî berhev kiriye ku bo veguheztina çek û alavên leşkerî yên piçûk zêdetir firîn hatin bikar anîn; alavên ku di barên firînên sivîl yên asayî yên ji Tehranê de dikarin werin hilgirtin."
Wezîrê Derve yê Sûrîyê Feysel Mîkdad bertek nîşanî êrişa esmanî ya şeva Çarşemê da û got ku Îsraîl bi agir dilîze û ewlehîya herêmê tehdîd dike.
Feysel Mîkdad dîyar kir ku Sûriye wê li hember êrîşên dubare yên Îsraîlê bêdeng nemîne û Îsraîlî zû yan dereng wê berdêla wê bidin.
Hêjayê gotinê ye ku Îsraîl bi salan e li Sûrîyê êrîşan pêk tine û dibêje ku ew hêzên Îranî û yên ku Îran piştgiriyê dike dike armanc , yên ku di şerê 11 salî de li wir bi cîh bûne.