Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Îsraîlê Herzog Wê Serdana Tirkîyê Bike


Serokê Îsraîlê Îshaq Herzog
Serokê Îsraîlê Îshaq Herzog

Serokê Îsraîlê Îshaq Herzog îro Çarşemê piştrast kir ku wê serdana Tirkîyê bike û serdan beşek ji hewildanek bo damezrandina hevbendîyeke herêmî ya ser guherîna jingehê ye.

"Ezê di meha pêş de serdana cîranên xwe yên li beravên Deryaya Sipî Yunanistan, Qibris û Tirkîye bikim û herwiha rêberên wan bibînim," Herzog di konferanseke jingehêde got.

Wî dîyar kir ku bilî van her sê welatan ew dixwaze bi Misir, Urdun, Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb û Fîlîstîniyan re jî bo çareserîya krîza jingehê hevkarîya herêmî ava bike.

Her çiqas rola Herzog wek serok bi piranî sembolîk e jî, ew dîplomasîya Îsraîlê bi armanca başkirina peywendîyan bi Tirkîye re xurt dike, ku Enqere polîtîkayên Îsraîlê yên derbarê Filistîniyan de rexne dike.

Îsraîl, ji aliyê xwe ve, dixwaze piştgirîya Tirkîyê ya bo çekdarên Hamasê yên Îslamî rawestîne.

Herwiha, Îsraîl dixwaze ku Yunanistan û Qibrisê re piştrast bike ku peywendîyên bi wan welatan re wê berdewam bin.

Medyaya Tirk dibêje ku serdana Herzog wê di 9 û 10'ê Adarê de pêk were.
Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan jî gotibû ku wê hevkarîya enerjîyê were gotûbêj kirin.

XS
SM
MD
LG