Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl ji Wek Amerîka ji Endamtîya UNESCO Derdikeve


Îsraîlê, çend demjimêr piştî biryara Amerîka, ragihand ku ew jî dawî li endamtîya xwe ya Rêxistina Çandî, Zanistî û Perwerdeyî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) bîne.

"Serokwezîr Netanyahu ferman da wezareta derve ku, li kelêka Amerîka dest bi amadekarîya derketina ji UNESCO bike," ofîsa Benjamin Netanyahu bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand.

Daxuyanî dîyar kir ku Netanyahu ji biryara Serokê Amerîka Donald Trump ya vekişîna ji UNESCO gelek kêşxweş e.

“Biryara Amerîka gaveke wêrekane û ehlaqî ye jiber ku UNESCO bûye şonogeha tişyên bêmana û şûna ku dîrokê bioparêze, wê serûbin dike.”

XS
SM
MD
LG