Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê Benny Gantz li Washingtonê Ye


Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê Benny Gantz, li Washington ya paytext bi Wezîrê Derve Antony Blinken re civîya.

Her du wezîran berî civînên daxuyanîyeke hevbeş belav kirin.

Blinken bi bîr xist ku ew hefteyeke berê li Îsraîlê bi Gantz re kom bûye û dîyar kir ku ew bi serdana Gantz kêfxweş e.

Wî da zanîn ku Amerîka piştgirîya ewlekarîya Îsraîlê dike, û got ku ew dixwazin bi karbidestên wî welatî re ser jinûveavakirina Gaza, arîkarîya mirovî ya Filistînîyan biaxifin.

Benny Gantz jî di axaftina xwe de bal kişand ser piştgirîya Amerîka ya bo Îsraîlê û dîyar kir ku arîkarîya Serok Joe Biden û Blinken bo wan girîng bûne.

Gantz da zanîn ku bo wan jî îstiqrar û aramîya Gaza mijara sereke ye dîyar kir kur ew dixwazin ku li wir ewlekarî zêdetir be û lêkirina avahîyan jî berfirehtir bibe.

Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê Gantz bi Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesira Sipî Jake Sullivan re jî civîya.

Qesira Sipî ragihand ku Gantz û Sullivan ser bûyerên dawî yên li hêrêmê axifîne.

Her du wezîran bal kişandina ser îstiqrar, aştî û aramîya herêmê.

Li gor daxuyanîyê, her du wezîran ser ‘’helwesta Îranê ya êrîşkar’’ jî fikarên xwe ragihandine û dîyar kirine ku ewê têkoşîna xwe ya dijî gefan bidomînin.

Gantz piştî wan hevdîtinan derbazî Pentagonê bû û bi Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin re kom bû.

XS
SM
MD
LG