Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Di Êrîşên Esmanî yên Nêzî Sînorê Îraq-Sûriyê de 10'an Kes Hatine Kuştin û Birîndarkirin


Dîmenê êrîşa firokên Amerîka li Ser axa Sûriyê
Dîmenê êrîşa firokên Amerîka li Ser axa Sûriyê

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR) roja Şemiyê ragihand ku di êrîşa şeva borî de ya hêzên esmanî yên Amerîka bo ser karwanekê otombîlan ku dihat gumankirin çekdarên girêdayî Îranê tê de ne, herî kêm 10 kes mirine û 30 kes jî birînad in.

Li gorî SOHR di êrîşê de 10 kes hatine kuştin, 7 jê endamên pasdarên Îranê ne û 3 çekdar jî welatiyên Sûriyê ne, herwha di êrîşê de 30 kes birîndar bûne.

Êrîşên ku tên gumankirin firokên Amerîkî nivşevê pêkanî bûn li nêzî duriyana Al-Hajnah û herwiha li dij yekîneya 47 ya hêzên ewlehiya Îranê li deşta Albokamal ya nêzî sînorê Îraq û Sûriyê pêkahtine.

SOHR dide zanîn ku êrîş herwiha li dij karwaneke ku girêdayî çekdarên Îranî ne piştî ku ji Îraqê ketin di nav axa Sûriyê de pêkhatiye, karwanê otombîlan ku alav û pêdiviyên leşkerî ji Îraqê derbazî Sûriyê dikirin.

SOHR dide zanîn ku dibe hejmara miriyan zêdetir bibe jiber ku zêdetirî 27 birîndar hene.

Li aliyek din Kenalê TV yê Saûdî Al Hadas dabû zanîn ku di êrîşeke gumankirî ku dibe ya Îraîlê be li firokxaneya navdewletî ya Dîmeşqê paytexta Sûriyê şeva Pêncşemê 11 efserên Pasdarên Îranê hatine kuştin.

Lê Berdevkê Pasdarên Îranê Remezan Şerîf roja Şemiyê redkir ku endamên wan li Sûriyê di êrîşekê de hatbin kuştin.

The Times of Israel dibêje, Şerîf di daxuyaniyekê de nûçeya Al-Hadas TV red kirîye û ew weke "nûçeke bê binema" bi nav kirîye.

Jêder: SOHR/Al Hadath TV/ The Times of Israel

XS
SM
MD
LG