Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê Firîngeheke Nû Vedibe, lê Rexne li Ser Wê Pir In


Li bajarê Stenbolê piştî balafirgehên Ataturk û Sabîha Gokçen, niha ji firîngeheke sisêyan ya bi navê Firîngeha Nû ya Stenbolê di 29’ê Cotmehê de vedibe.

Hikûmeta Tirkîyê bi firîngeha nû serbilind e û dibêje ku salane dora 200 mîlyon rêwî vê firîngehê bi kar bînin.

Lê, rexnegirên wê jî gelek in jiber ku zararê dide xwezayê û diraveke pir mezin ji wê re hatiye xerc kirin.

Yek ji xalên rexneyan, dûrbûna balafirgehê ya ji navenda bajarê Stenbolê ye û ew jî pirsgirêka hatin û çûyînê tîne pêş.

Karbidestên Tirk radigihînin ku jibo veguhastina balafirgehê, xebatên çêkirina reyên metro didomin û heta temambûna wan rêyan, bi mîlyonan kes dê bi otobûs û bi sedan taksîyên bazirganî bi kar bînin.

Serokê Odeya Esnafên Taksîyan ya Stenbolê Velî Yurt dibeje ku ajokarên ji derve rêwîyan bînin firîngehê, lê ji wir rêwîyan negirin jiber ku ajokarên balafirgehê divê muçe didin.

''Li Balafirgeha Ataturkê kirêya mehane ya dewlet distîne nêzîkî 100 mîlyar e. Niha, jiber ku balafirgeha sêyê di destê şîrketên taybet de ye nêzî 170 mîlyar dê her meh were dayîn. Jiber vê yeke, hema hema du qet dê zêde kirê dê were dayîn. Loma taksîyên ji derve werin û rêwîyan bigirin, nayê qebûl kirin.”

Yurt dibêje, ev rewş ti bandorên xirab li ser rêwîyan nake.

'Hun dikarin bi taksîyên derve werin balafirgehê û mafê rêwîtî nayê asteng kirin. Tiştê ku dixwazim bal bikşînim ew e ku taksîyên ji derve tên dizanin ku wê nikarin rêwîyan ji firîngeha nû bigirin û mecbur bin ku vala vegerin.”

MB_09_04_2018_Ist_Airport
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:29 0:00

XS
SM
MD
LG