Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îstenbul Berîya Hilbijartina Herî Kêm 70 Kes Hatin Binçavkirin


Li Tirkîye jibo hilbijatinên xwecihî yên 31’ê Adarê tenê rojek ma. Tirkîye sibe diçe ser sindoqan.

Lê berîya hilbijartinan li bajarê Îstenbul di operasyonên hemwext yên serdegirtina 127 malan de herî kêm 70 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirî piranîya wan berbijarên meclîsa şaredarîyê ya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) muşahîdên HDPê ne.

Sedema kesên hatin binçavkirin heta niha zelal ne bûye. Lê parêzer Înan Poyraz li ser navê Komîsyona Hiquqê ya rexistina bajarê Îstenbulê ya HDPê jibo Dengê Amerîka axifî û got, “Berîya hilbijartinan operasyonên binçavkirinan ne hiqûqî bi sîyasî ye. wî got

Poyraz di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku, “Jiber ku jibo lêpirsînê biryara weşartî heye naveroka lêpirsînê ne dîyar e. Lê dema em li kesên binçavkirî dinêrin piranîya wan endamê me yên meclîsê ne. Xebatkarên me yên HDPê ne. Dîsa muşahîdên HDPê yên li bajar û navçeyan kar girtîne.”

Hiqûqnas Poyraz dibêje jiber ku hilbijartinên xwecî tevahîya Tirkîyê eleqedar dike, li bajarek wekî Îstenbulê şêva hilbijartinan ev binçavkirin hatin kirin ne hiqûqî ye bi temam sîyasî ye.

Li alîyeke din di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerîya Komarî ya Adana berîya 9 rojan tevî hevseroka HDPê ya Adana Gulseren Turan 11 rêveberên HDPê hatibûn binçavkirin. Kesên hatibûn binçavkirin bi îdîaya “endamtîya rêxistina terorê” û “rêvererîya terorê” hatin girtin. Parlementera HDP'ê Tulay Haîmogullari, li ser van girtinan got, ev operasyon jibo qezenç kirina hilbijatinan hatîye kirin” wê got.

Raporta Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:20 0:00

XS
SM
MD
LG