Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hin Partî û Berbijarên Serbixwe Jibo Pişgirîya Îmamoglu Nakevin Hilbijartinan


Istanbul
Istanbul

Piştî Komîsyona Bilind ya Hilbijartinên Tirkîye (YSK) biryara betalkirina hilbijartinên Şaredarîya Bajarê Mezin a Îstenbulê da, Gelek partî û berbijarên serbixwe biryar dan ku ewên 23 Hezîranê nekevîn van hilbijartinan.

Partîya Tirkîye ya Serbixwe, Partîya Demokrat, Partîya Vatan, Partîya Komînîst ya Tirkîye û Partîya Seaadetê, di hilbijartinên 31 Adarê de 215 hezar deng wergirtîbûn.

Lê îro daxûyanîyek ji Partîya Seadetê hat. Partîya Seadetê dîyar kir ku ewên bi berbijarê xwe Necdet Gokçinar bikevin hilbijartinan. Partîya Seadetê di hilbijartinên Îstenbulê de 103 hezar deng standîbû.

Bêgûman 215 hezar deng dikare hilbijartinên Îstenbulê biguhere, jiber ku di navbera Berbijarê Tifaqa “Gel” Bînalî Yildirim û Berbijarê tifaqa “Millet” Ekrem Îmamoglu de tenê 13,907 ferq hebû.

Piştî biryara YSK gelek partî û berbijarên serbixwe jî jibo piştgirîya Ekrem Îmamoglu biryar dan ku ewên nekevin hilbijartinên 23 Hezîranê.

Berbijara serbixwe Aysel Tekerek, 1,520 deng, dîsa berbijara Serbixwe Ozge Akman jî jibo piştgirîya Îmamoglu biryara vekişînê dan. Akman di hilbijartinan de 2,437 deng standîbû.

Ozge Akman li ser vê yekê daxûyanîyek vîdyoyî parve kir û got, “Biryara YSK’ê û AKP’ê dijî demokrasîyê ye. hemû civak vê yekê dibîne. Bi ti lijne û bi biryara heft endamên YSKê ev hilbijartin wekî nerewa nikare were nîşandan. Em ê nekevin van hilbijartinan û jibo tekoşîna demokrasîyê bixebitin.” wê got.

Berbijarê DSP’ê Muammer Aydin jî daxûyanîyek da û got, “Em li hember bê hiqûqîya bi destê YSK hat kirin bêdeng namînin. Tişta ket ser milê me em ê bikin. Bila gelê me ji vê yekê bawer be.” wî got.

Li alîyeke din piştî biryara YSK’ê hin nirxandin hatin kirin ku, Partîya Demokratîk a Gelan dê bi berbijarê xwe bikeve hilbijartinan. Lê ev li gor makezagona Tirkîye jî ev ne pêkan e. HDP’ê dîyar kir ku guhartinek di biryara wan a berê de ne çêbûye

Raporta Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:50 0:00

XS
SM
MD
LG