Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Binali Yildirim Pênasînê bi Serkeftina Îmamoglu Dike


Serokwezîrê Tirkiyê yê berê û kandîdê partiya desthilatdar ji bo şaredariya Stenbolê pênasîn bi serkeftina rikberê xwe yê opozisyonê kir û ew pîroz kir.

Binali Yildirim got Ekrem Îmamoglu di pêş wî de ye û got:

“Ez wî pîroz dikim û serkeftinê jê re dixwazim.”

Bi jimartina piraniya dengan re, Îmamoglu bi bêhtirî 700,000 deng di pêş de bû.

Îmamoglu di axaftinekê de li Stenbolê spasiya alîgirên xwe kir û dupatkir ku ewê li gel her kesekî kar bike ji bo xizmeta rûniştvanên bajarê Stenbolê.

Wî her wiha bang li hemî aliyan kir ku rûpeleke nû vekin ji 15 milyon xelkê Stenbolê.

XS
SM
MD
LG