Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lehîya Stenbolê di Navbera Reaksyonên Opozisyonê û Helwesta Hikmeta de

Dîmenek piştî lehiya wêranker ya Stenbolê, 15 Cotmeha. 2026'an.
Dîmenek piştî lehiya wêranker ya Stenbolê, 15 Cotmeha. 2026'an.

Li Stenbolê, di lehiyên piştî barana dijwar de jimara kesên ku jiyana xwe ji dest dane roja Înê rojekê piştî bpyerê gihîşt çaran û lêgerîna sê kesên din ên winda berdewam dike.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Mustafa Çiftçi roja Înê ragihand ku bajar ji sala 1942’an ve rûbirûyê mezintirîn karesata lehiyê maye.

"Em hemû derfetên berdest bi kar tînîn da ku alîkariya welatîyên xwe bikin, lê hevdem em ji 1942’an vir ve karesata herî mezin a lehiyê dijîn," wî got.

Îro, li taxa Ayazaga ya navçeya Sarîyerê, termê Turgut Dursun ê 66 salî li bin pirekê hat dîtin ku berê jî mirina sê kesên din hatibû ragihandin.

Barana ku sibeya 14’ê Cotmehê dest pê kir û nêzî 30 dem jimêran li bajêr bê navber berdewam kir, bû sedema lehî û avrabûnê. Xanî û kargeh di bin avê de man, kolan û park ji avê tijî bûn û gelek wesayît binav bûn.

Li gor Ajansa Anadoluyê, di 48 demjimêrên heta sibeya Pêncşemê de, li Stenbolê di dîrokê de herdu mehên Îlon û Cotmehê asta herî zêde ya baranê barîye.

Li Stenbolê, mezintirîn bajarê Tirkiyê, nêzî 16 milyon kes dijîn.

Çiftçi, di serdana taxa Ayazağa de, got ku ji bo alîkariya gel hemû hewl tên dayîn. Li gor wî, li Stenbolê tekildarê zirar û pirsgirêkên lehiyê 9 hezar û 850 halet hatine tomar kirin û 46 hezar karmend jibo paqijkirin û alîkarîya welatiyan dixebitin.

Rexneyên opozîsyonê û bersiva hikûmetê

Ozgur Ozel, serokê YENÎ Partî ya opozîsyona sereke jibo malbatên kesên mirine re sersaxî pêşkeş kir û siyaseta avahîsaziyê ya hikûmetê rexne kir.

Li gor nûçeyên medya Tirkîyê yên roja Înê, Ozel got divê Hikûmeta AK Partîyê derbarê mirinên jiber lehiyê de hesab bide. Wî bi taybet şêweyê avahîsaziya li derûdora Kanalê Stenbolê û li herêma Sazlîbosnayê rexne kir.

Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Guhertîna Avûhewayê Murat Kurum ev rexne red kir û got ku li herêma behskirî tenê xanîyên civakî tên çêkirin. Wî herwiha opozîsyon tawanbar kir ku karesatê weke alavê siyasetê bikar tîne.

Kurum, ku bi Çiftçi re serdana herêmên lehîyê kir, got çareserîya kêşeya avahîsaziya li nêzî rêgeh û kenalên avê pêwîst e.

Kurum, ku wê meha bihê li bajarê Antalyay seroktîya konferansa guherîna avûhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) bike, lehî bi bandorên guherîna avhewayê ve girê da.

"Têkoşîna dijî guherîna avûhewayê ne bijardeke, lê ew pêdivîyek e," wî got.

DEM Partîyê jî, bang li hikûmetê, parêzgarî û rêvebirîyên herêmî kir ku di asta herî bilind a amadebaşîyê de bibin û ji bo parastina jiyana welatîyan hemû derfetan seferber bikin.

Cîgirê Serokê Koma Parlamentê ya DEM Partîyê Sezaî Temellî jî di 15’ê Cotmehê de hikûmet rexne kir û got ku dema Stenbol di bin lehiyê de bû, şaredarê wê Ekrem Îmamoglu dihat dadgehkirin.

Temellî got ku di cihê demokrasî kêm û qels e û tê piştguhkirin de, rûdana rewşên bi vî awayî ne tesaduf e.

Sazîyên pîşeyî û sivîl jî, hikûmet rexne kir û tedbîrên pêşîlêgirtinê daxwaz dikin.

Odeya Endezyarên Meteorolojîyê di daxuyanîya xwe ya 15’ê Cotmehê de siyaseta avahîsaziyê rexne kir.

Sazîyê got ku berpirsiyariya lehî û avrabûnê divê tenê bi baranê ve neyê girêdan û bal kişand ser biryarên ku rê li avahîsaziya bajarên bi vî awayî vedikin.

Odeya Endezyarên Avahîsaziyê jî di daxuyaniya îroyîn de got ku destwerdana tenê piştî karesatê têr nake û divê siyasetên pêşîlêgirtinê hebin.

Navenda Koordînasyona Karesatan a Şaredarîya Stenbolê, AKOM, îro dîsa hişyarî da ku wê li bajêr baran bidome.

This item is part of
XS
SM
MD
LG