Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê 14 Kes Berî Rûniştina Doza Mirovên Şemîyê Hatin Desteserkirin


Li Stenbolê do rûniştina 5’an ya doza 46 Mirovên Şemîyê li Dadgeha Çaglayan a li taxa Kagithane hate dîtin.

Ev doz di derbarê 46 kesan de jiber hefteya 700'an ya sala 2018’an de di çalakîya Dayikên Şemîyê hat vekirin û wî demî ev kesan hatibûn desteserkirin.

Ev doz bi îdiaya “Bêyî ku destûrê bixwazin civîn û çalakî li dar xistine” li Dadgeha Cezayê Giran a 27’an a Çaglayanê hatibû vekirin,

Berîya runiştina dozê Mirovên Şemîyê, nûnerên sazî û rêxistinên sîvîl û nûnerên partîyên sîyasî jî di nav de xwestin ku li ber dadgeha Çaglayan daxuyanîyekê bidin. Lê polîsan nehişt daxuyanî were dayîn û mudaxaleyî girseyê kir.

Di encamê vê mudaxaleyê de Seroka Komela Mafên Mirovan (ÎHD) a şaxê Stenbolê Gulseren Yolerî, Serokê Giştî yê Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî, Weşan û Çapxaneyan ên Tirkîyê (Basin-Iş) Faruk Eren, Serokê Partîya Çep Alper Taş û hin parêzer jî di nav de 16 kes hatin desteserkirin.

Lê di berdewamîya rojê de parêzerên hatibûn desteserkirin piştî kontrolkirina nasnameyên wan hatin berdan û kêsên din yên mayîn jî di derengîya şevê hatin berdan.

Serokê Partîya Çep Alper Taş piştî serbest berdanê axifî û wî dîyar kir ku wan xwestibû ku hem tevlî doza Bajarvanê Stenbolê Ekrem îmamoglu û hem jî tevlî doza Mirovên Şemîyê bibin.

“Me xwest ku em piştgirîyê bidin kesên di her du dozan de tên darizandin. Lê di her du dozan de em hatin astengkirin û bi qedexeyan re rûbirû man. Hema bêje li Îstenbul’ê 2 doz veguherî dozên şermê. Me bertekên xwe li hember van dozên şermê bi rêyên demokratîk û aştiyane nîşan da. Di encamê de em hatin desteserkirin. Piştî binçavkirinê em hemû azad in, em baş in. Ev têkoşîna demokrasî, hiqûq, dad, wekhevîyê ye. Emê bi hev re Tirkîyeke azad û demokratîk ava bikin." Wî got.

Li alîyekî din ve jî Dayikên Şemîyê jî li ser li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek parve kir û wiha hat nivîsîn: “Daxuyanîya ku me xwest berîya rûniştina dozê li ber dadgehê Çaglayanê bidin, jiber biryara Qeymeqamtîya Kagithane hat astengkirin. Jibo bikaranîna mafên xwe yên qanûnî ew ne dikarin me li qada Galatasaray û ne jî li Çaglayan’ê asteng bikin.”

Raporta Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:38 0:00
XS
SM
MD
LG