Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê Barana Zêde Ziyaneke Mezin Encam Da

Li Stenbolê di nav 84 salên dawî de bareneke bê hempa bariya, li bajarê Stenbolê dîmenên karesatî rû dan, 2 kesan jiyana xwe ji dest da, zêdeyî hezar cîh di bin avê de ma û Walîtîyê ji welatîyan xwest ku heta ku zêde hewce nebe dernekevin derve. Li gelek parêzgehên herêma Marmarayê baran zêde bi bandor bû û dibistan hatin girtin. Li Stenbolê jî îro û sibê dibistan girtî ne.

Barana zêde veguherî hehî û ziyaneke mezin pêk anî. Li gor qeydên şaredarîyê 1,277 lehî rû dane. Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê diyar kir ku li hin deverên bajêr serê metreçargoşeyî de 242 kîlo baran barîye. Ji ber baranê bêtirî 10 hezar kes banga alîkarîyê kirine.

Xwediyê otomobîlAN li taxa Ayazağa ya Stenbolê, piştî barana zêde ya 15ê Cotmeha 2026an, li OTOMBîLêN xwe digerin.
Xwediyê otomobîlAN li taxa Ayazağa ya Stenbolê, piştî barana zêde ya 15ê Cotmeha 2026an, li OTOMBîLêN xwe digerin.

Welîtîya Stenbolê daxuyanîyek da û got ku ji ber barîna baranê hat dîyarkirin ku li bajêr 15 cih herifîne, 47 kes asê man, 13 dar ketine û 2 ban hilweşîyane. Her wiha di daxuyanîyê de hat ragihandin ku derbarê 808 xanî, 280 cihên kar û 76 wesayîtan de raport hatine wergirtin.

Di daxûyanîyê de hişyarî hat dayîn ku welatî heta ku pêwîst nebe dernekevin derve û kesên di jêrzemînan de dijîn jî şeva xwe li qatên ewletir û bilind derbas bikin û xwe ji robaran, binerd û cihên di bin metirsiya lehiyê de ne dûr bixin.

TOPSHOT - Car owners search for their vehicles swept away by the flood after a heavy rain at Ayazaga district in Istanbul, on October 15,2026.
TOPSHOT - Car owners search for their vehicles swept away by the flood after a heavy rain at Ayazaga district in Istanbul, on October 15,2026.

Hêjayî dîyarkirinê ye ku barîna baranê ji hêla rayedaran ve çend roj berê hatibû dîyarkirin. Opozîsyona radigîhîne ku desthilatîyê ev yek dizanibû lê li hemberî wê bergirî negirtine, û heke bergirî bigirta ziyaneke evqas mezin nedibû. Lê desthilat vê yekê red dike û dibêje ku agahî hatibû dayîn.

This item is part of
XS
SM
MD
LG