Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê Çalakiya Piştgiriya Serxwebûna Başûrê Kurdistanê


Li Stenbolê jibo piştevaniya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku gotibû, ‘Ger miletê Kurd li pişta min be ezê dewleta Kurdistanê ragihînim’ xwepêşandanek hate lidarxistin.

Grubek Kurdên ku li Stenbolê dimînin jibo piştgiriya xwe ji ragihandina serxwebûna Başûrê Kurdistanê re dîyar bikin, roja Yekşemê li Parka Saraçhane ya Fatîh a Stenbolê civîyan.

Bizavkarên Kurd ku ji nivîskar, xwendekar, sîyasetvan û rojnamevanan pêk dihatin, alayên Kurdistanê hildan û bi dirûşmên mîna, ‘Bijî Kurdistan’, ‘Bijî Serxwebûna Kurdistanê’ û ‘Em bi te re Barzanî’ piştgiriya xwe ji hewildanên dewletbûna Başûrê Kurdistanê re diyar kirin.

Rojnamevan Mihemed Sanri ji Dengê Amerîka re wiha peyîvî: "Xewn û xeyala dewletbûnê a sed salan niha bi pêşengiya siyaset û dîplomasiya Serokê Herêmê Birêz Mesûd Barzanî bûye rasteqîn. Loma jî miletê Kurd piştgiriyê dide vê biryarê."

Hêjayî gotinê ye, cara pêşî ye li Stenbolê xwepêşandeke piştgiriyê jibo biryara dewletbûna Başûrê Kurdistanê pêk tê ku ne bi navê ti partî û rêxistineke Kurdan e.

ST_5_25_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:28 0:00

XS
SM
MD
LG