Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîteya Îstixbaratê ya Civata Nûneran Rapora Ser Trump Pejirand


Komîteya Îstixbaratê ya Civata Nûneran rapora lêpirsîna ser jikardûrxistina Serok Donald Trump pejirand.

Komîtê, ku piranîya wan Demokrat in, li hember 9 dengan bi 13 dengan rapor qebûl kir.

Di raporê de delîlên komîteyên îstixbarat, çavdêrî û karên derve cîh girtin.

Rapor dide zanîn ku ‘’Trump li ser Ukrayna zext çêkiriye ku lêpirsîna dijî Joe Biden ragihîne.’’

Endamên Komarî dê heta du rojan dîtinên xwe yên ser raporê pêşkeş bikin.

Serokê Komîteya Îstixbaratê ya Civata Nûneran Adam Schiff dê rapora tevî belgeyên nû bide Komîteya Dadê.

Di lêpirsîna ser jikardûrxistina Trump de, qonaxa li Komîteya Dadê dê vê hefteyê destpê bike.

Serok Trump yan jî parêzerên wî dê beşdarî rûniştinê nebin.

Li gor jêderên Demokrat, Komîteya Dadê dê du hefteyên pêş de ser sedemên jikardûrxistina Trump dengdanê bike û berî Noelê rê li ber dengana li Civata Nûneran veke.

Ger li Civata Nûneran, ku piranîya wan Demokrat in, tawanên dijî Trump bi awayekî fermî werin pejirandin, Trump dê li Civata Senatoran were darizandin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG