Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîteya Îstixbaratê ya Civata Senatoran Rapora Ser Rûsya û Kempeyna Hilbijartinê ya Trump ya 2016'an Weşand


Komîteya Îstixbarate ya Civata Senatoran ser kempeyna hilbijartinê ya Donald Trump ya 2016’an û Rûsya raporek weşand.

Rapor nîşan dide ku di navbera kempeyna hilbijartinê ya Trump û Rûsya de ‘’peywendîyên girîng’’ hene.

Ew rapora bi 950 rûpelî balê dikişîne ku di serî de rêvebirê berê yê kempeyna Trump, Paul Manafort, jimareke kesên ji wê tîma sala 2016’an bi Rûsya re ‘’peywendîyên girîng’’ çêkirine.

Li gor raporê, Konstantin V. Kilimnik yê ku Manafort di kempeyna hilbijartinê de pê re xebitîye, yek ji ‘’karbidestên îstixbarata Rûsya’’ ye û peywendîyên din yên Manafort jî gumanên li ser îstixbaratê xurt kirine.

Cîgirê Serokê Komîteya Îstixbaratê ya Civata Senatoran Mark Warner bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku ew rapor lêkolîna herî berfireh ya ser Rûsya û kempeyna hilbijartinê ya Trump e û da zanîn ku peywendîyên xebatkarên Trump û sîxurên hikûmeta Rûsya, dijî hilbijartinên wan gefên giran in.

Serokê Komîsyona Îstixbaratê ya Civata Senatoran Marco Rubio jî da zanîn ku hilbijartinên seroktîyê yên 2020’an nêzîk dibin û dîyar kir ku xêncî Rûsya, Îran û Çîn jî demokrasîya Amerîka xirab bikin û dijî sazîyên wê, qonaxa hilbijartinê û rêwabûn û yekîtîyê gefan çêkin.

Lêpirsîn jiber îdiayên dîyar kiririn ku ‘’Rûsya bi rêka înternetê mudaxele li hilbijartinên seroktîyê yên Amerîka kiriye’’ destpê kiribû.

Dozgerê Taybet Robert Mueller, rapora ser lêpirsînê, ku hazirkirina wê 22 meh ajotibû, di 22’ê Adarê ya 2019’an de dabû Wezareta Dadê.

Wezîrê Dadê William Bar xalên girîng yên raporê bi nameyekê pêşkeşî Kongresê kiribû û dîyar kiribû ku wan ti delîlê ku nîşan dide ku Trump û Rûsya hevkarî kiriye, nedîtiye.

Trump piştî raporê dabû zanîn ku ti sûcê wî tune û li alîyê din jî Demokratan dîyar kiribûn ku Trump ‘’hewil dide rê li ber dadê bigire.’’

Mueller, di 29’ê Gulanê de derketibû pêş kamerayan û gotibû ku lêpirsîna ser Rûsya hatiye girtin.

XS
SM
MD
LG