Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îtalya Dibêje jibo Aştîya Rûsya û Ukrayna Dema Dîplomasîyê Ye


Wezîrê Berevanî yê Îtalya Guido Crosetto îro Çarşemê li parlamanê got ku êdî dem hatiye ku jibo aştîya Rûsya û Ukrayna dîplomasî çêbe.

Crosetto dîyar kir ku êrîşa Ukrayna ya sala 2023’yan encama hatiye xwestin nedaye û got ku divê rewşa leşkerî bi awayekî rast were şirove kirin.

‘’Gava meriv wisa lê binêre, xuya dibe ku dem hatiye ku xêncî piştgirîya leşkerî dîplomasîyeke baş jî çêbe. Çinku ji her du alîyan jî sînyalên girîng tên.’’

Wî dîyar kir ku Rûsya roj bi roj ji berê zêdetir nêzîkî danûstandinan dibe, lê got ku Ukrayna jî li gor berê ji dîyalogê dûrtir dikeve.

Wezîrê Îtalî got ku li rêka danûstandinên ser sekinandina şer divê ew bala xwe bidin ser ku Rûsya bi hemî dewletên Rojavayî re peywendîyên xwe bîne asteke normal.

Rûsya dibêje ku gava Ukrayna ‘’rastîyên nû’’ qebûl bike ew dikare ser aştîyê danûstandinan bike û dide zanîn ku hêzên wê bi qasî 17,5 ji sedê wî welatî kontrol kirine.

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy ji kovara Economist re gotibû ku Rûsya dikare bi tenê jibo nûkirina hêzên xwe navberê bide şer û bala Moskowê ne li ser danûstandinên aştîyê ye.

Zelenskyy di van rojan de, ku tê gotin çekên artêşa Ukrayna kêm bûne, jibo piştgirîya hevbendên Rojavayî hin serdanan dike.

Îtalya ser piştgirîya jibo Ukrayna biryarnameyek îmza kir ku li gor wê ew dewlet heta dawîya 2024’an kelûpelên leşkerî dide Kîevê.

Hikûmeta Serokwezîra Îtalya Giorgia Meloni jî qebûl kir ku jibo xurtkirina berevanîyê pirtir kelûpelan bide Kîevê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG