Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Erdheja Îtalyayê de 4 Kes Hatin Kuştin


Bi sedema erdhejekê li bakurê Îtalyayê, herî kêm çar kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.

Ajansa Geolojîk a Amerîkî ragihand ku hêza erdhejê 6.0 bû û kûratiya wê 5 kîlometir bû.

Wê ajansê herwiha ragihand ku navenda erdhejê 35 kîlometiran li bajarê Bologna dûr bû.

Sê kes hatin kuştin dema kargeheka seramîkê li bajarê Sant'Agostino herifî. Kesekê din li bajarê Ponte Rodoni do Bondeno hate kuştin.

XS
SM
MD
LG