Serokwezîrê Îtalya Mario Draghi, ku welatê wî îsal seroktiya kombûnên G20 dike, îro Şemiyê got ku pêwîste welatên G20 piştrast bikin ku 70% ji cîhanê vaksînên dijî koronayê wergirin.
Wî got:
“Em gelekî nêzîk bûne ji armanca Rêxistina Saxlemiyê ya Cîhanî di vaksînkirina 40% ji cîhanê heta dawiya sala 2021an. Niha divê em her tişê karin bikin ji bo gihîtina rêjeya 70% berî nîva sala 2022an.”
Axaftinên Draghi hatin di destpêka kombûnên G20 de li Romayê ku dê du rojan dirêj bikin û dê serkirde tê de hewlên vehewandina koronayê û guhertina keşûhewayê gotûbêj bikin.
Draghi nîşan bi wê yekê da ku di demekê de 70% ji xelkên welatên geşbûyî yekem derzîya COVID wergirtine, lê ev rêje li hin welatên hejar dadikeve bo 3%. Ev jî li gor Draghi “nayê pejirandin û saxlemiya cihanî têk dibe. “
Wezîrên darayî û saxlemiyê yên welatên G20 roja Înê dupat kiribûn li ser rêjeya 70% berî nîva sala 2022an.
Wan pêgiriyên xwe anîn ziman li dor avêtina gavan bo zêdekirina asta gihandina vaksînan û berhemên bingehîn yên saxlemiyê û her wiha rakirina bendên girêdayê piştgiriya darayî û gihandina wan berheman.
Jêder: AFP