Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tajani Dibêje Ew Alîkarî Didin Ukrayna ku Berevanîya Xwe Xurt Bike


Wezîrê Derve yê Îtalya Antonio Tajani ragihand ku Îtalya wê ji Ukrayna re muşekşikêna nû ya Samp-T bişîne.

Tajani dîyar kir ku divê ew dûrî gurkirina şerê bi Rûsya re bisekinin.

‘’Rûsya êrîşan dibe ser Ukrayna û em jibo ew berevanîya nexweşxane, dibistan û zanîngehên xwe bikin Samp-T’yeke nû dişînin.’’

Wî dîyar kir ku wateya berevanîya Ukrayna ne çêkirina şerekî cîhanê ye.

Wezîrê Îtalî got ku ew alîkarî didin Ukrayna û divê aştîyeke adil çêbe.

Ukrayna ji hevbendên xwe yên Rojavayî dixwaze ku jibo ew êrîşan bibe ser hedefên leşkerî yên li kûrahîyên axên Rûsî destûra karanîna muşekên dûravêj bidin.

Karbidestên Rojavayî ser banga Ukrayna danûstandinê dikin, lê heta niha destûr nehatiye dayîn.

Moskow dibêje ger dewletên Rojavayî jibo çekên dûravêj destûr bidin Ukrayna ewê rê li ber şerekî navokî yê cîhanê vekin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG