Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zêrevanên Deryayî Yên Îtalya Nêzîkî 1400 Koçberan Rizgar Dikin


Nêzîkî 1400 koçber ji gemiyekê ya ku, ji barê xwe zêdetir hilgirtîn li peravên Lîbya hatin rizgar kirin, zêrevanên deryayê yên Îtalî ev yek, şeva din ragihand.

Du termên koçberan di gemiyê de hatine dîtin, lê hêjî nasnamên koçberan nayên zanîn. Berdewam sedan hezar koçber bi rêya ava Derya Spî ya Naverast bi rêkên qaçax, hewil didin xwe bigehînin Îtalya, lê hejmara vê carê hatî dîtin ji her carên din zêdetir bû. Bi taybet di demsala zivîstanê de ku, seqa gelek dijware.

Wezareta Navxwe ya Îtalya got, di sala 2018an de heta niha 974 koçber bi rêya deryayê xwe gihandine Îtalya, hember kirin ligel meha yek ya sala borî, îsal nîva hejmara sala pare.

Saziya Navnetewî ya Koçberan, Derya Naverast weke "sinorên herî mezin yên mirinê" li cîhanê binav kirîye, Ajansa Navnetewî ya Koçberan" IOM" dibêje, wan sala bûrî 2017an 2.832 haletên mirina koçberan tomar kirine, û zêdetir ji 4,500 mirî li sala 2016an hatine tomar kirin.

XS
SM
MD
LG