Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îtalya Rewişa Awarte Heta Cotmehê Dirêj Dike


Senatorên Îtalya
Senatorên Îtalya

Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte rewişa awarte ya jiber vîrusa korona hatiya ragihandin, heta Cotmehê dirêj kir.

Di rewişa awarte de, serokwezîr bê ku parlaman destûrê bide, dikare sînordarkirin û tedbîrên ewlekarîyê ragihîne.

Conte dîyar kir ku hejmara pêketîyên nû yên vîrusa korona daketiye, lê di destê wan de xênji dirêjkirina rewişa awarte, ti rêkeke din tune ye.

Partîyên rikeberîye, Conte jiber dirêjkirina rewişa awarte rexne kirin.

Serokê Partîya Lîg Matteo Salvini, ku rastgirekî tundrê ye, dîyar kir ku bi dirêjkirina rewişa awarte zararê dide demokrasî û aborîya wan.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li Îtalya pirtir ji 246,000 kes bi vîrusa korona ketine û 35,123 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG