Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îtalya bo Cenova Rewşa Awarte Radigihîne


Li Cenova ya Îtalya piştî hilweşîna pirê, ku bi kêmî ve 39 kes jîyana xwe ji dest dan, hikûmetê li bajêr Rewşa Awarte ragihand.

Kabîneya hikûmetê, piştî civîna li Cenova biryara Rewşa Awarte da û dîyar kir ku ewê salekê bidome.

Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte dîyar kir ku bo Cenova paketa alîkarîyê, ku 5 mîlyon euro ne, hatiye pejirandin.

Conte da zanîn ku ew tedbîra pêşî ya bo Cenova ye. Conte got ku ewê bo Cenova şîna neteweyî ragihînin.

Li ber e ku şîna neteweyî ya bo Cenova du roj bidome.

XS
SM
MD
LG