Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokomarê Îtalya Banga Avakirina Hikûmeta Bêalî Dike


Serokomarê Îtalya Sergio Mattarella bi daxuyanîyekê bang li rêberên partîyan kir ku hikûmeteke bêalî ya ku dê heta meha Berfanbarê welêt birêve bibe, ava bikin.

Partîyên ku di hilbijartinê bi ser ketine bo avakirina hikûmetê li hev nakin û Tevgera Pênc Stêrkan û Lîga Bakur ya ku ji rastgirên tundrê pêk tê, dixwazin ku di meha Tîrmehê de hilbijartin jinûve li dar kevin.

Rêberê Lîga Bakur Matteo Salvini dîyar kir ku divê bo hilbijêran rêz were girtin û da zanîn ku divê yan hikûmeteke navendî û rastgir were ava kirin yan jî demûdest hilbijartin li dar kevin.

Serokê Tevgera Pênc Stêrkan Luigi Di Maio jî ji Twitterê ragihand ku divê di meha Tîrmehê de jinûve hilbijartin li dar kevin.

Ji partîyên Îtalya tenê Partîya Demokrat (PD) piştgirîya avakirina hikûmeta bêalî kir. Serokê PD’ê Maurizio Martina dîyar kir ku ew dixwazin ku banga Mattarella ji alîyê hemî rêberên partîyan ve were bihîstin.

XS
SM
MD
LG