Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îtalya Kêşeya Avakirina Hikûmetê Çareser Dike


Giuseppe Conte
Giuseppe Conte

Li Îtalya kêşeya avakirina hikûmetê ber bi çareserîyê ve diçe.

Tevgera Pênc Stêrkan bi anketeke li ser înternetê re koalîsyona bi Partîya Demokrat re pejirand.

Rêberê Tevgera Pênc Stêrkan Luigi Di Maio dîyar kir ku 79,3 ji sedê alîgirên wan piştgirî dane koalîsyonê.

Bi qasî 73,000 kes beşdarî anketê bûn û 20,7 ji sedê wan dijî koalîsyona bi demokratên sosyal re derketin.

Bi vî awayî Giuseppe Conte, ku sîyasetvanekî serbixwe ye, dê jinûve bibe serokwezîr.

Conte dê di rojên pêş de navên di kabîneyê de pêşkeşî Serokomarê Îtalya Sergio Mattarela bike.

Ger di encama anketê de ‘’na’’ pirtir bûye dê jinûve hilbijartin li dar keta.

XS
SM
MD
LG