Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îtalya dê Hilbijartina Pêşwext li Dar Keve


Serokomarê Îtalya Sergio Mattarella roja Pêncşemê biryarnameya ku parlamento fesh kir îmza kir.

Bi îmzaya Mattarella bi awayekî fermî dîyar bû ku li Îtalya dê hilbijartina pêşwext li dar keve.

Li ber e ku hilbijartina giştî di 4’ê Adarê de li dar keve û heta wê demê serokwezîrê sosyal demokrat Paolo Gentiloni dê karê xwe bidomîne.

Ji alîyê din ve tê texmîn kirin ku li Îtalya di serdama nû de dê çêkirina koalîsyonê zor be. Li gor aneketan, ti partî bi tena serê xwe nikare bo avakirina hikûmetê piranîya dengan bistîne.

XS
SM
MD
LG