Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîgirê Serokê Îtalya Banga Hilbijartina Pêşwext Kir


Matteo Salvini

Cîgirê Serokê Îtalya Matteo Salvini banga hilbijartina pêşwext kir.

Salvini, ku herwiha serokê Partîya Lîg ya di koalîsoyonê de ye, dîyar kir ku di koalîsyonê de nêrînên pir cuda hene û ew nayê çareser kirin.

Wî da zanîn ku wan bo Îtalya plana trêna bi lez çêkiriye, lê ji koalîsyonê Tevgera Pênc Stêrkan dijî wê derdikeve.

Serokê Tevgera Pênc Stêrkan got ku ew ji hilbijartinê natirsin.

Partîya Salvini dijî koçberîya qaçax e û li gor anketan li pêş e.

Di hilbijartina par de, Tevgera Pênc Stêrkan ji Partîya Lîg du qat zêdetir deng sitandibû.

XS
SM
MD
LG