Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îtalya Karvekişîna Xwe Radigihîne


Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte piştî axaftina xwe ya li parlamanê da zanîn ku ewê karvekişîna xwe ragihîne.

Serokomarê Îtalya Sergio Mattarella karvekişîna Conte pejirand û bii vî awayî hikûmeta Partîya Lîg û Tevgera Pênc Stêrkan bi dawî bû.

Ofîsa Mattarella da zanîn ku heta danûstandinên bo hikûmeta nû bi dawî dibin, serokomarê welêt xwestiye ku Conte karê xwe bidomîne.

Mattarella dê roja Çarşemê dest bi danûstandinên bi serokên partîyan re bike.

Ger hikûmeta nû ava nebe Mattarella dikare parlamanê betal bike.

Serokê Partîya Lîg û Wezîrê Karên Navxweyî yê Îtalya Matteo Salvini dixwaze ku hilbijartina pêşwext li dar keve.

XS
SM
MD
LG